Tükendi
Gelince Haber VerWelekorîstan
Çûme gundekî bi bax û bostan
Ez jê re mame mest û heyran
Li hawirdora wî bilind bûne çîya
Binhêre li bintara wî mêrg û zevîya
Wa belekîyê berfê li serê çiya
Dixulxulî ava çem û kanîya.
Wek kezîyê keça çardeh salî
Fitla dide xwe bin newal û gelî.
Serî hildaye ca wek tîre mar
Dibe xuşxuşa wî jor da tê xar.
Temaşedikim bi qîr û hewar
Nava dil li min bûye koza ar.
Dest û rûyan dişom bi yekcar
Bi kulma min ava sar jê vexar.
Min vexar ji ava sara xweşik
Tavilê nava dil li min bû hênik.
Ketim nav newal û berê çîya
Bêhn dikim kulîlk û gul û gîya.
Beybûn û sumbul û nêrgiz
Rihan û piltan li baxê dengiz.
12
Qalçîçek û gulsosin û berfîn
Lalezer û pîvong û yasemîn.
Li ber qefa zinar û latê jor
Sosin û gulên kesk, zer û sor.
Min li berojan mêzekir û dî
Cetirî û gulçîçek û dawudî.
Şîn bûne hêliz û hîro, adarok
Tevî kartûs û karî û kulavok.
Gulgenim û mêxik û perperok
Gulebûk û xetmîn tevî şekrok.
Lale û sinbil, şîlan û binevş
Stêrgul û sedra bêhna xweş.
Li ber bostan û bax û baban
Zambaq û qerenfîl û guldan.
Xaşxaşka sor dikir li berojan
Bo jîyana min dibin ruh û can.
Biharê li xwe dikir xemla kesk
Çîya û deşt û newal û bi lesk.
Tov dikir goberxik û benîştok
Hem pelhewês û tirşo û silqok
Rojê vedida ji girê Hecî Heyder
Şewqê xwe dida axpîn û bêder.
13
Xûsya şevê li ser gulê dabû der
Dibiriqî wek yaqût û cewher.
Gazî diket nav şênî û gundîya
Qîz û bûk bi carê radibûn ser pîya.
Davêtin milên xwe Elbê Toqatî
Lê bêrîya jor mîh û bizin didotî.
Awir davêtin sîneya wek pizot
Cerg û hinav li xortan disot.
Tanîn şîr dew û penêr û mast
Vexim ji kesera wê re çeqilmast.
Di nav re dikişe çemê şirîn Ava Şor
Delav bi delav kanî ne li hawirdor.
Axpîna maşa Şêxo û Kortika Conî
Şûna warê Kurda bû hem şaristanî.
Cîyê leyistoka me Keta Mala Îsa
Hawirdor gul û kulîlk bûn dîsa.
Deşta Xîz bi daristan û devî
Lê diçêrin karxezal û pezkûvî.
Siwar im ez li hespên seklawî
Girêda min tîr û kevan li wî.
Sar e Newala Kûr, Gola Mexsê
Zivrik û golehişk dikin „eksê.
14
Çêmê jêr û Ada Mala Teyfûq
Girkavir û Hewşan mîna bûk.
Mêrga Bizya û Textê Baxir
Kelehoşk tev maden û paxir.
Warê Hola hem Guhura pez
Bû mexel lê mîhên sor û gevez.
Çîyayê Xevrevîn bi kevir û lat e
Keleha wî bilind û bi heybet e.
Li gelîyê jor aşê Şêx Yûnûs
Aşê Şêx Siltan li bin mala Ûnis.
Kela Hacik dîroka wê nedîyar e
Bin wê daristan û gund û bajar e.
Geliyê Zuxur kûr û hem teng e
Kanîyê Pûrto bi delav û çeng e.
Lê şîn dibe sîrmendik û pûng e
Li sînora bilind dibe hew siping e.
Bêjim we navê wan bi zorê
Ez ê xwe berdim Newala Şorê.
Rûnêm li ser kendalê Gola Kûr
Temaşekim li masîyên gir û hûr.
Bimeşim li ser axa Welekorîstan
Herim nav baxçe, bin darê mêvan.
15
Berhevkin givîj û karçîn û şîlan
Hin gulîzerk û hurmî û sêvan.
Zevîya Reşît hem Kayîna Cergan
Pişta baxçe li nav zevî û beyaran.
Hildim dest xwe xilç û adodan
Ji nav axê rakim zîl û kerengan.
Herim Newala Dedo û Kanîya Mar
Bo we hevala vexwim jê ava sar.
Zevya ber gund bê av û beyanî
Kalê min li wê tim bostan danî.
Çêdibûn zebeş û petêxên narîn
Tam xweş bûn û wek gezo şirîn.
Newala Kêça dirêj û hem bi ger e
Textê Mêrgê bilind û li hember e.
Ji serê min hiş û aqil diçû dere
Ber bayê ketim mîna kelampere.
Çotkar dajon bi ga û kotan ber e
Axa wî reşe û tevekî cewher e.
Rasta Qicûrê avzê û şilek e
Wek gerdena keça çav belek e.
Bişewite mala te hey felekê
Îro wêran bûye Birca Belekê.
16
Min li wir derbaskir dem û sal
Bi hesreta wê ez bûme pîr û kal.
Bê welat û bê dewlet û bê al
Li kuçê xerîbîyê ma me bê hal.
Ez bêjim we bi şev û rojan
Tim binivîsim bi meh û salan.
Nikarim wesvê wê bînim ziman
Ew e lew ji dilê xaka Kurdistan.
Min li ser wî nivîsîne pir destan
Ew e ku navê wî Welekorîstan…
Ji dewra qedîm de tu şaristan î
Çima tu îro wek warê wêran î?
21.04. 2021. Çorlu