Tükendi
Gelince Haber VerPoêma Şêxê Sen‘anîyan cewhereka edebîyeta kurdan e. Ew di sedsala XVI-an da bi destê helbestvanê klasîk Feqîyê Teyranî hatîye hûnandin. Ev nivîsa payeberz li ser evîna sofîyekî berketî û bihutî, Şêxê Sen‘anîyan e. Şêx, bi berxwedana mezin, bi zor û zehmetê, pîrozîya evîna xwe îspat dike û dilê keça xaçparêz bi evîna xwe tijî dike û digihîje mirazê xwe.
Bi bandora vê nivîsarê, helbestvanekî bi navê *Xemgîn*î poêm bi hunera nezîreyê xemilandîye û ducar berfireh kirîye, bendên çarînan gihandîye 701ê.