Tükendi
Gelince Haber VerSerpehatiyen Miro u Simore
Vî teyrê perbelek û neqşîn xwe bi wan da nasîn û got: -Ez teyrê gebil im. Pirbêj im. Gava yekî nenas qestavî warê me bike, ez serê pêşîn wan radiwestînim û miraz û meqseda wan dipirsim.Paşê ez hayê bazî û heyloyan pê dixim. Simore xwe negirt û got: -Min gelek navê te bihîstiye, li daristana me ya hengabajarê mirovan, ji toxmê we teyr tune ne. Nizanim çima? Gava ez hinek carandereng dihatim malê, dayika min digote min: Te xêr e, qey tu jî bûye gebla bêhêlîn. Êra ev çi mesele ye? Gepila ne li benda vê pirsê serê pêşîn hinekî şewişî,per û baskên xwe kudkudandin, gijegij bi derdorê xist, bû qud quda wê. Qasekîmîna dûvteşîkan li ser serê wan çerixî. Paşê dewxa xwe danî, got: -Hey ho birakê Simore hey ho! Ma tu neqş û xemla vanşanperên min nabînî! Şanperên xwe vekirin, gijgijandin. Paşê got: -Ma te qet li tu derê delaliyeke weha dîtiye? Simore, çav bi çavê Mişko û Mîro gerand, got: -Nizanim.