Tükendi
Gelince Haber VerPiştî demekê, te xwe kir çivîkeke xapînok, her ku ber bi te ve dihatim, te firrek din dida xwe. Her ku min bi gavek nêzîkî li te dikir, tu bi gaveke din wê de diçûyî. Wek Mecnûn bi dû te ketibûm. Bi roj li dû te dibetilîm, bi şev di nav bîranînan de digevizîm. Kursîya te ya zêrîn di nav qesra dilê min de bêxwedî mabû. Her tim li ber çavê min, tu bi gavekî ji min dûr bûyî. Dengê te dihat; lê wek ku çol û çîya di nav me de bin, bi salan ji min dûr bûyî. Ji dengê te yê xweş mest dibûm, ji zimanê te yê şêrîn lal dibûm; lê di nav dil de kanîya xeman derbûbû. Pêlên janê mejîyê min ditevizandin. Taqet di lingên min de nemabû.