Tükendi
Gelince Haber VerXwendevanen heja; me xwest di ve pirtuke de em hinek kul u keder u kesera kurden ku çune leşkeriye bixin bira we. Ka kurdan li leşkeriye çi ditine u çi kişandine. Dema ew li leşkeriye bune maltabe wan ketine çi zor u zehmetiyan. Kijan evindar li ser evindare xwe, kijan jine li ser hevsere xwe, kijan dayike li ser kure xwe gotiye u çi straye.
Em gelek gelek spasiyen xwe peşpeki hevale Cengize Mezriki, Cihan Efrini, Dengbej Zaharo, Ehmed Pamuqçi, Elixane Koçer, Eliye Bedlisi, Emine H Tahar, Erebe Şuri, Evdilkerime Şemo, Evdirehname Omer, Evlaye Şerin, Feleknasa Dengbej, Fetehe Helheli, Feyziye Fexri, H Şerife Farqini, Hesene Şilbi, H Selame Şexani, Dengbej Kereme Serhedi, M Eliye Tenurvan, Mehemede Nenyasi, Mehemede şexani, Mehme Can, Mehreme Remezan, Mewlude Fexri, Mistefaye Boti, Nayife Munsi, Nergiza Heme, Paşaye Bolşi, Qedriye Sirac, Remezane Tembeli, Sadiqe Terki, Salihe Nari, Salihe Usiv, Seva Eli, Seydoye Boyaxçi, Silemane Berti, Silhedine Nanpej, Meheme Taqir, Tehsine Pasuri, Usive Fari, Xalite Xerzi, Yemlixane Pırikı u dosten heja ku naven wan nehatibe nivisandin dikin. Disa bi ve pirtuke re Ez Eyşe Şan a Nemir bibir tinim.
Me di bine stranan de nave stranbej nivısand. Le mixabin di bin yen din de me naven gotoxan nevisısand. Em ji wan ji leborina xwe dixwazin.
Em hevi dikin dema hun bixwinin hune zor u zehmetiyen welat u zimane biyan fem bikin.