Tükendi
Gelince Haber Verku tu werî
azad dibim
serxwebûna xwe radigihînim
azad dibin kolan û taxên dilê min
ku tu werî
dilşad dibim
pevçûn û şer bi dawî dibin
aştî tê erdnîgariya dilê min
ku tu werî
çavên birînên min ronî dibin
hemû birînên min tên kewandin
hatina te deriyên birînên min heta dawî digire