Ali Smith, di romana xwe ya bi navê Hotel Dinya ku di sala 2001’ê de weşîya, çîroka pênc jinan vedibêje ku di menzel û demên ji hev cuda yên hotelên zincîreyî yê gerdûnî de asê mane. Ji berevajîya seqaya hotelê ku serdest e û her tiştî dike wekî hev, Smith hişûbîra bêdeng ya şûngehê ji hev vedike û bedenên nexuya xuyanî dike. Tekst, ji xwendevanên xwe dixwaze bila hay ji kitekitên hûr ku xwe li bedenên hatine îzolekirin, lefandine û hay ji pêwendîya xurt ya di navbera kitekitan de heyî hebin. Hotel Dinya, ji bo dibetîya başbûneke ku şîngirtinê vediguherîne, ji cîyekî nêz ve bi konteksta ekolojîya sosyalî ve dipeyive ji ber ku ramana eko-rexneyî li ser zimên hûr dibe da ku karibe etîka vekirina derîyên çîrokên me yên bergewdebûyî bo çîrokên hevreng jî ava bike.