Tükendi
Gelince Haber VerJames Joyce di hişê cemawerî de bi gewre-berhema xwe Ulyssesê ve bûye yek, li gel nasyariyeke nisbeten berbelav bi pexşanên wî yên din. Şi’r û şa’iriya wî gelekî kêmtir hatiye naskirin û her li perawêzê maye. Reng e eve yek ji xedrên mezin be di edeba modêrn de. Lew re ji bilî hindê ku wî pêşiyê şi’r nivîsîne û her xwe şai’r zaniye, dirêje an berdewamiya têma û hêmayan û ya cihêrengiya cureyî û şêwazî heye ji şi’ra wî bo nava pexşana wî.
Lê belê cudatiyeke wan a xweşbextane jî heye – Joyceê ku bo nimûne di Ulyssesê de xwe li pişt bircên vegêraneke objektîv î bi mi’mariyeke şahane asê kiriye, di nav rêzên şi’ra xwe de mirovekî berdest e bi hez û awat û kerb û keserên xwe ve: Di tak-helbestên Erkê Pîroz (1904) û Gaz Ji Tifikekê (1914) de bi peyvbaziyeke sersûrker şerekî parodîk dike li gel nizama rewşenbîrî ya dewra xwe; di Ecce Puerê de li ber jidayikbûna neviyê xwe bendeke irfanî davêje ser çar nifşên bab û kuran yan jî ser hatî û çûyiyên dinyayê; di sêzdeh şi’rên epîsodî yên Pomes Penyeachê (1927) de bi kamiliyeke hêj narîntir hijmekariya xwe li ber nexşên dinya û fezayê dizikirîne; û, axirî di ser hemûyan re jî, di sî û şeş parçeyên mosîqayî yên Mosîqaya Jûrê (1907) de hestyariyeke şareza ya evîn û jînê bi peyv û awaz dike.
“Sercem Şi’rên James Joyce, berê çendîn salên kar û renca şa’ir û wergêrê emegdar Kawa Nemir, tevî pêşgotina Michael Patrick Gillespie û bi teqdîmeke berfireh û bi sedan têbîniyên raveker ên wergêrî, bi çapa duzimanî ya ingilîzî-kurdî, portreyekî hundermend ê wek şa’ir dikêşe bo xwînerên kurdîziman. Her wiha, wergera nayab a Nemir, bi hişyariya li ser hûrdekariyên peyvî û wateyî, bi raçavkirina aboriya deqî/tekstuel, û bi pabendiya bi deng û şêwazên guherbar ên şa’irî, berhemeke layîq e bo gewreyiya navê Joyce û bo zimanê Xanî.”
Ergîn Sertem