Menü
Hesabım
Şifremi Unuttum
Kayıt Ol
Sepetim

Birqen Direxşan

Üretici Liste Fiyatı
120,00 TL
81,60 TL
%32 İndirim
Kazancınız
38,40TL
Parapuan: 82
Alışveriş listeme ekle

Tükendi

Gelince Haber Ver
Birqen Direxşan
Türü : Roman
Kapak : Ciltsiz
Sayfa Sayısı : 144
ISBN : 9786052246313
Basım Yılı : 2019
Kağıt Tipi : 2. Hamur
Satış Rakamları:1 adet satılmıştır.

Illuminations an Birqên Direxşan, ku ji 41 helbestên pexşan û duyên menzûm pêk tê, bê şik lûtkeya helbest û hunerkariya Rimbaud ye û yek ji girîngtirîn metnên dîroka helbesta cîhanê ye. Her yek ji van “birq”an, bi gotina Rimbaud, “xewneke tîr û çapik e” û bi hev re wek kaleidoskopeke bênizam a “fenerên sihrî” ne.
Kawa Nemir li ser wergera Rimbaud wiha nivîsiye:
“Dewrê eyyam ê helbestê bi derewên “bêhejmar nifşên debengên ristebend” derbas bû, ku ?eyan e mebest ji vê yekê ne welê bi hêsanî reşkirina wê kelepora civiyayî (qewî çiviyayî heçku) ya mirovayiyê ye, lê, û, paşê Rimbaud hulustî ji wê zêya hurr û xef a helbestê de, ya zehf kêm beşerên beşerxweş ên kelamê rêya xwe bi ser xistî. Illuminations’a bi kilîla zimanî û poetîk a şikûdar a Ergîn Sertemî berceste bûyî bi kurdî bi navê “Birqên Direxşan”, va ye, delîlê dadaneveya deriyê wî dewrî ye û vekirina deriyê nû ye, hem bo kurdî û hem bo Rimbaud’yê ewledê gerdûnê.
Û, her wiha, ev werger bi xwe, di vê serdema zimanê me de, derseke mezin e bo hemû ehlên dilpak ên zimanê kurdî yên ku xwînê ji xwe berdidin da ku metnên gerdûnî wergerînine kurdî. Ne cihê gumanê ye ku wergera Illuminations’a Arthur Rimbaud bi navê “Birqên Direxşan” wergereke welê ye ku heq dike her bimîne wekî taca seriyan.”

T-Soft E-Ticaret Sistemleriyle Hazırlanmıştır.