Tükendi
Gelince Haber Ver“ Ka rawestesînem, tu wisa bi lez û bez wek berikê birûskê diçî ku?” “zînê, xwîçêgorî,ka were were, ez jî tam li yekê digeriyam, tu zanî, dîsa min eynî xewn dît,şevê dî jî…” “sînem, tu ji qestahin mezin dikî meseleyê li ber çavên xwe…” “na na..” gotsînemê, destê xwe da guliyên xwe, bi ser zînê de vegeriya, ji deriyê kafeyadadê ewa li devê darêzxaneyê ku hema her roj dihatinê re kete hundir, bi çavênxwe maseyeke veder îşaret kir, zînê rûnişt, sînem jî li hemberî wê rûnişt,çentika xwe ji milê xwe derxist, danî ser maseyê, berê xwe da berkar, biîşareta tiliyan du çay xwestin, paşê dîsa li zînê vegeriya, kenekî sar li serrû nişt û got, “zînê, ez zanim jibo we ecêb tê, normal e jî, lê xewn ji bo min xwedan maneyekê ne, ez bawerdikim mesajek tê de heye, ê, ka bêje em kengî diçin gundê te behs jê kirî?” “gund?!…” “zînê, xwe jinezaniyê daneyne, ka te behs kiribû…”