Tükendi
Gelince Haber VerGer ku mirov vegere ser dengbêjiyê û bi nêrîneke berfireh li ser dîroka dengbêjiyê hûr bibe, diyar dibe ku di dîrokê de forma dengbêjiya kevn li ser bûyer û mijarên olî bû, lê di nav demê de çend beş ne tê de, berhemên ku dengbêjan afirandî bi gelemperî li ser kar û bûyerên dinyayê ne. bi piranî mijara berhemên ku dengbêj diafirînin evîn û evîndarî, xweza, qencî û neqencî, şer û pêvçûn û hê di gelek mijarên weke van de, gotin li ser gotinê, bi kurdiyeke herikbar û bi şêwazeke wêjeyî dirêj dibe û diçe. bûyer carinan doza di nav mîran de ye, carinan di nav du hezjêkiriyên belengaz de ye, carinan jî doza di nav du gel an eşîran de ye.
Rabirdûya dengbêjiyê di sumeriyan de dest pê dike, bi gûtî, qasît, Mîtanî û Medan didome, heta ku tê roja me di nav kurdan de dibe saziyeke bi hîm û qedîm. her wiha bi navê Komagene şaristaniyeke girîng ji aliyê kurdên zîlanî ve hatiye avakirin. Îro domdarê Komageniyan eşîra bi navê Kawa/Kowa ye. ev eşîr bi mezinahî û qedîmtiya xwe îro jî li heman heremê ye. hê jî bi kurdiyeke zelal û herikbar diaxive. Mîrên Komegeniyan ew qas rûmeteke mezin dane dengbêj û sazbendên xwe ku cara yekem, di dîrokê de di der barê dengbêjan de zagonên parastinê derxistine û ew zagon jî li ser kîtabeyên xwe yên berinî dane nexşandin.