Tükendi
Gelince Haber VerBêtebûn
dicemidim dilo..!
bi min sar e
min hembêz bike,
bi kela hilma xwe
an jî,
di awirên xwe yên westîyayî de
tune bike
ger tu bixwazî
min veşêre
di deqên xwe yên pîroz de
qenebe maç bike,
ji serê lêva hestên min
ên nayên zimanî
lewra bêtebûn;
zivistan e
êşistan e
goristan e
lalistan e.